Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Krîstîyanên Efrînî Dûrî Warê Xwe Krîstmis Pîroz Kir


Dêra Şivanê Qenc
Dêra Şivanê Qenc

Krîstîyanên Efrînî ku li penageha Şehbayê derbider in, cejna Krîstmisê pîroz kir.

Bi vê boneyê Dêra Şivanê Qenc ya Încîlî şahîyek li dar xist, tê de bi dehan bawermendên krîstîyan hazir bûn.

Di şahîya pîrozbahîya cejna Krîstmisê de gotar, nimêj û teranîm hatin xwendin û bawermendan hêviyên aştî û aramîyê parve kirin û xwestin şer û zordarî nemîne da ku kanibin vegerin Efrînê.

Bawermednên krîstîyan ku ji cihwar û kenîseya xwe ya li Efrînê dûr in, li derbiderbûnê di nava pir zehmetîyan de dijîn, lê ew di cejnan de teqs û merasîmên olî pêk tînin.

Hêjayî gotinê ye ku pirtirî 300 malbatên Efrînî yên krîstîyan li penageha Şehbayê dimînin.

Piştî destdanîna Tirkîyê û komên çekdar ser Efrînê ew bi neçarî hatin derbiderkirin, herwiha kenîseya wan anku dêra Şivanê Qenc ya li Efrînê li ser destê wan komên tundrê hate dizîn û xirabkirin.

Raporta Deng/ Newroz Reşo
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:47 0:00

XS
SM
MD
LG