Di vê dema borî de revandina sivîlan li Efrînê ji alîyê çekdarên tundrê ve bi awayekî berçav zêde bûye.
Revandin bi mebesta standina fîdyê anku pereyan ji malbatên kesên revandî tê kirin û jibo dayîna pereyan givaştin bi rêyên cuda li malbatan tê kirin.
Çekdar wêne û dîmenên êşkencekirina kesên revandî ji malbatên wan re dişînin û gefa kuştinê li wan dikin. Gava ew malbat nikaribin pereyên xwestî peyda bikin, hîngê çekdar sivîlên revandî dikujin.
Mexdûrê revandinê yê herî dawî zarokekî 9 salî yê bi navê Mihemed Reşîd Xelîl e ku berî du hefteyan ew û bavê wî û kesekî sisêyan dema ji Efrînê diçûn Ezazê hatibûn revandin û 100 hezar dolar fidye hatibû xwestin.
Lê, jiber ku malbatê nikarîbû ew pere bidin, termê Reşîd Xelîl yê bavê zarokê navborî ye berî çend rojan li ser rêya navbera Gundê Qestel Cindo û Ereb Wêran ya Şera hate dîtin.
Dîdevanan ragihand ku nîşaneyên lêdan û êşkencê li ser term dîyar bûn.
Herwiha çarenivîsa kesê sisîyan yê bi navê Şerefdîn Sîdo nehatiye zanîn ku çekdaran berî çend rojan vîdyoyeke êşkenceya wî ji malbata wî re şandibûn.
Şerefdîn di vîdyoyê de ji malbata xwe dixwaze ku mal û mulkê wî gî bifroşin û pereyan bidin çekdaran ku wî nekujin.
Dîsa, çalakvanan ragihand ku çekdaran welatîyê bi navê Îbrahîm Xelîl Ebdo yê ji gundê Badîna hatiye revan û 200 hezar dolar fîdye ji malbata wî xwestiye.
Çekdaran vîdyoyek êşkencekirina Ebdo ji malabata wî re şandin û ger pereyan nedin gefa kuştina wî li malbatê xwarine.
Her di heman mijarê de hate ragihandin ku hîn çarenivîsa Hemze Ibrahîm û xwîşka wî Asya yên ji gundê Xelîlaka yê devera Bilibilê nehatiye zanîn. Herwiha du gundîyên ji gundê Kumreşê Hesen Hemo û Mihemed Hemo hatibûn revandin û cîhê wan nedîyar e.
Hêjayî bîrxistinê ye ku komîteya lêkolînan ya bi ser Neteweyên Yekbûyî di raporteke xwe de ragihandibû ku pirtir ji 50 komên çekdar yên girêdayî Tirkîyê li Efrînê hene û ew ji zêdegavî û binpêkirinên mafê mirovan li herêmê berpirs in.