Ajansa AFP îro Înê di raporteke xwe de ragihand ku rewşa xirab ya aborîya Tirkîyêm berî hilbijartina seroktîyê bandoreke neyînî ya mezin li ser hilbijaran dike.
Alî Golpinar, muxtarê taxeke Enqerê, ku b piranî merivên xizan dijîn, ji ajansê re gotiye ku li ser maseya wî gelek nameyên agahdarkirinê yên rûniştvanên deyndar yên taxê hene jiber ku ew name nikarin ji adresên wna kesan re werin gîhandin.
“Nameyên ku rojane digihêjin destê min, li gor 40 salên borî du car zêdetir bûne û ew tenê nameyên ku postaxane nikare bidegîne xwedîyê wan in. Divê hun bi xwe bifirin ku çiqas nameyên wiha hene. Gel nema dikare deynên xwe bide.”
AFP bi bîr tine ku rejêya enflasyona Tirkîyê, tenê di sala borî de 85 ji sedê bilindtir bûye û 1.5 mîlyon kes jiber borcên xwe bûyerên li dadgeghê ne.
Pisporên darayî didine zanîn ku meblaxa qerzên ku heta niha nehatine dayîn, di navbera Adar û Îlonê de ji 17 mîlyar lîrayên Tirkî giheştiye 29 mîlyaran.
Raport dîyar dike ku di serî de Enqerê û Stenbol, bajarvanîyên opozîsyonê dest bi kempeynan kirine ku jibo hemwelatîyên ku bikarin heqê av, elektrîk û gaza xwezayî bidin, alîkarîya diravî bicîvînin.
Li gor AFP, hikûmeta Erdogan jî beramber wê rewşê hewil dide ku hin gavên dilxweşker bavêje ku di hilbijartinê de dengê hemwelatîyan misoger bike ku yek jî wan gavan ew e ku deynên heta 2,000 lîra ($105) werin jêbirin.
Ajans bi bîr tine ku gavên bi wî rengî di hilbijrtinên borî de ji Erdogan re bûbûn alîkar ku ew di hilbijartinan de serfiraz be.