Hejmara kuştiyên erdhejên li rojavayê Afganistanê roja Yekşemê bi tundî zêde bû û gihîşt zêdetirî 2,000 kesan û nêzîkî 10,000 birîndar bûn, di demekê de ku tîmên rizgarkirinê li gundên wêrankirî li kesên rizgarbûyî digerin.
Li gorî karbidestan, di erdheja roja Şemîyê de zêdetirî 1300 xanî hilweşiyan û piştî wê jî 8 erdhejên biçûk bûn.
Li herêma Zînda Janê bi dehan xanî hilweşiyan û tîmên rizgarkirinê bi hêviya dîtina windayan li herêma wêrankirî geriyan.
Berdevkê wezareta karesatan Mela Janan Sayiq got, "Gelê me bi erdhejeke nedîtî re rû bi rû man." Wî got ku hejmara kuştiyan li 13 gundan gihîştiye 2053 û 9240 kesên din jî birîndar bûne.
Janan Sayiq li Kabulê ji rojnamevanan re got: "Em hemû hewlên xwe didin ji bo dermankirina birîndaran. Li herêmên erdhejê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin."
Li gorî Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkyê roja Yekşemê danê sibê li heman herêmê erdhejeke din a bi lerza 4,2’an pêk hat.
Piraniya xaniyên li deverên dûr ên Afganistanê ji heriyê hatine çêkirin û stûnên wan ên darîn hene. Gelek mirovên ji heman malbatê bi hev re di heman malê de dijîn, ku erdhejên weha tevahiya civakên herêmî jinav dibe.
Piştî ku Talîbanê di sala 2021an de welat kontrol kir û biyanî ji welêt vekişiyan, Afganistan rastî krîzeke mirovî ya giran hatiye.
Afganîstan bi taybetî li Çiyayên Hindu Kush, ku li nêzî xaçerêya lewheyên tektonîkî yên Ewrasya û Hindistanê ne, bi berdewamî rastî erdhejan tê.
Di meha Hezîranê de li eyaleta Pakitka ya Afganistanê erdhejeke bi lerza 5,9an pêk hat, zêdeyî 1000 kes mirin û bi deh hezaran kes jî koçber bûn.
Janan got: “Erdheja Heratê ji ya par li rojhilatê welat xirabtir bû.
Çavkanî: AFP