Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurê Ehmed Şah Mesûd Soza Berxwedana Dijî Talîbanê Dide


Ehmed Mesûd, kurê rêberê leşkerî û siyasî yê Afganî Ehmed Şah Mesûd,
Ehmed Mesûd, kurê rêberê leşkerî û siyasî yê Afganî Ehmed Şah Mesûd,

Kurê Ehmed Şah Mesûd, fermandar û rêberê serekî yê berxwedana Afganistanê ya dijî Sovyetê di 1980'an de dîyar kir ku ewê hember Talîbanê tekoşînê bike.

Ehmed Mesûd yê 32 salî di nivîseke rojnameya Washington Post'de ragihand ku hejmareke endamên artêşa Afganistanê û hin yekîneyên Hêzên Taybet tevlî doza wî bûne.

"Em xwedîyê depoyên cebilxane û çekan in ku me bi sebir ji serdema bavê min berhev kiriye, jiber ku me dizanîbû dibe ku ev roj were," wî nivîsî.

Mesûd bi berdewamî da zanîn ku hin hêzên ku tevlî wî bûbûn çekên xwe anîne.

"Ger fermandarên Talîbanê êrîşekê bikin, bê guman ewê bi berxwedaneke xurt ya me re rûbirû bimînin," Mesûd got.

Wî di heman demê ji welatên rojavayî alîkarî daxwaz kir.

Mesûd dest nîşan kir ku hêzên wî bêyî alîkarîya welatên Rojava nikarin dijî Talîbanê bisekinin û her wiha jibo piştgirî û alîkarîya lojîstîkî bang li Amerîka, Brîtanya û Fransa kir.

"Talîban tenê jibo gelê Afganî ne pirsgirêk e. Di bin kontrola Talîbanan de, bê guman Afganistan ewê bibe bingeha yekê terora îslamî ya radîkal; dê li vir careke din komployên dijî demokrasiyan werin kirin, "wî got.

The Panjshir valley ya li bakurê Kabulê di berxwedana dijî dagirkirina Sovyetê de, bû herema sereke ya girîng û her wiha herem hemberî desthilatdarîya Talîbanê ya navbera 1996 – 2001'an ya li Afganistanê de jî berxwe dabû.

Lê, ne dîyar e ku gelo hêzên li Panjshir valley dê bikaribin ku bersîva her êrîşeke hêzên Talîbanê bidin yan na.

Hevdem, ne zelal e ku gelo daxuyanîya Mesûd jibo danûstandinên bi Talîbanê re gavek pêşîn e.

Hejayê bal kişandinê ye ku hêzên Talîbanê heya niha hewl nedane ku têkevin heremê.

Ji alîyê din ve Emrullah Selîh ku cîgirê serokê rewa yê Afganistanê Eşref Ganî piştî ku Talîbanê roja Yekşemê paytext Kabul bi dest xist, dijî desthilatdarîya rexistinê daxuyanîye ke da.

Ehmed Şah Mesûd, serfermandarê Mucahîdan yê berê, çend roj berîya êrîşên 11'ê Îlona 200'an yên dijî Amerîkayê ji aliyê çekdarên El-Qaîdeyê, hatibû kuştin.

Lê, navê wî hem li Afganistanê û hem jî li seranserê cîhanê hîn jî xwedî giranîyeke mezin e.

XS
SM
MD
LG