Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Afganistanê Dijî Mizgefteke Şîayan Êrîşa Xwekujî Pêk Hat


Dîmeneke piştî êrîşeke ser mizgefteke Şîayan li Afganîstanê (Arşîv)
Dîmeneke piştî êrîşeke ser mizgefteke Şîayan li Afganîstanê (Arşîv)

Karbidestekî hikûmeta Afganistanê ragihand, îro Înê li istana Baglanê bakurê welêt li mizgefteke Şîayan dema nîmêja Înêyê de êrîşeke xwekujî hatiye kirin.

Karbidestê bi navê Mewlewî Haşimî ji Reutersê got ku li bajarê Pul Xumrî ya eyaleta Baglanê " li mizgefteke Şîayan teqîneke pêk hat".

Haşimî dîyar kir ku di encama êrîşê herî kêm 7 kes hatin kuştin û 15 kesên din jî birîndar bûne.

Wî herwiha da zanîn ku tevahîya kuştî û birîndaran Şîa ne û heta niha ti rexistinê berpirsîya êrîşê ranegihandîye.

Rêvebirîya Talîbanê ya Afganistanê rûbirûyê serîrakirina çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) ye, ku di mehên dawî de dijî hêzên ewlekarîya Talîbanê, biyanîyan û sivîlan gelek êrîşên kujer pêk tînin.

Çekdarên Îslamî yên Sunnî, Şîayan wek kafir dihesibînin.

XS
SM
MD
LG