Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên Xwekujî yên DAIŞê 45 Tevlîbûyên Polîsan li Yemenê Kuştin


Piştî peqîna îro li Aden
Piştî peqîna îro li Aden

Terorîstên Dewleta Îslamî (DAIŞ) berpirsîya cotêrîşên îro Duşemê rakir ser xwe ku herî kêm 45 kes li bajarê Aden ya Yemenê hatin kuştin, bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

Karbidestên Yemenî ragihandibû ku êrîşan navendeke artêşê kiribû armanc û piranîya kesên kuştî tevlîbûyên nû yên artêşê ne.

DAIŞê bi daxuyanîyeke înternetî ragihand ku yek jî çekdarên wê xwe li hember “leşkerên kafir” ku li dervayê navendeke leşkerî civîbûn, kirin armanc.

Karbidestan herwiha ragihand ku piştî êrîşa yekê, wê carê peqînêneke hêzdar li pêş navenda leşkerî ya bi navê Bedr qewimî.

Hêjayî bîrxistinê ye, hefteya borî jî DAIŞê 31 polîs li bajarê Mukalla ya başûrê rojhilata wî welatî kuştibûn.

XS
SM
MD
LG