Pirsa petrol û gazê di navbera Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta navendî ya Sûrîyê de di çi astê de ye, nemaze ku % 70 ji çavkanîyên enerjîyê yên Sûrîyê li herêmên Kurdan in?
Rewşa aborîya Sûrîyê çawa ye û têkilîyên her du alîyan di derbarê dosyeyên aborî û enerjîyê de wê çawa bin, taybetî piştî ku Rêvebirîya Xweser ragihand ku wê dest bi şandina petrolê ji Şamê re kiirye.
Ev mijar û hûrgilîyên wê bûn cihê gotûbêja mêvanên Mijara Rojê:
Aborîzanê Enstîtuya Almanî ya Pêşvebirin û Domdarî (IDOS) Dr. Mislim Talas û rojnamevan Egîd Mişmiş.
Dr. Mislim Talas anî ziman ku enerjîya welêt pirsek bi serwerîya welêt ve girêdayî ye, jiber wê jî jibo ku enerjîya Sûrîyê geş bibe, pirsên qanûnî û teknîkî hewce ne.
"Kerta petrolê di destê Rêvebirîya Xweser de ye, bi wê dikane gelek qezenc bi dest bixîne," Dr. Talas got.
Rojnamevan Mişmiş bawer e ku lihevkirina navbera Şam û Rêvebirîya Xweser tê wateya pêşveçûna dîyaloga sîyasî ya navbera her du alîyan.
"Dîyar e ku hin pêşveçûn di dîyalogê de hatiye kirin, lê hîn nakokî jî hene," Mişmiş got.
Dr. Talas dibêje sîyaseta aborî ya hikûmeta nû hîn nedîyar e, û nîşaneyên başbûna aborî li Sûrîyê tune ne.
"Dahata xwecîhî li Sûrîyê di 2010an de 70 mîlyar dolar bû, niha derdora 8 mîlyar e. Ev tê wateya ku eger niha geşbûn destpê bike, jibo başbûna wê 25 sal hewce ye.”
Jibo guhdarkirina li bernameyê fayla deng vekin.