Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abe Dibêje Divê Cîhan Piştgirîya WHO Bike


Serokwezîrê Japon Shinzo Abe îro Înê piştgirîya xwe jibo rola Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) dijî vîrusa korona dîyar kir.

Abe di preskonferansekê da got ku wî roja Pênçşemê ji rêberên G 7 re gotiye ku Japonya bi awayekî rijd dê piştgirîya WHO’yê bike.

“Divê civaka navnetewî jî bi pêşengîya WHO’yê dijî wê nexweşîya, ku bandoreke cîhanî heye, hevkarîyê bike”.

Berevajîya gotinên Abe, Serokê Amerîka Donald Trump biryar dabû ku alîkarîya diravî ya Amerîkayê jibo rêxistinê bibire.

Trump berî çend rojan gotibû ku ewê dirava ku Amerîka jibo WHO dide, jiber bêserûberîya wan ya di pandemîya vîrusa koronayê de rawestîne.

Trump rêvebirên WHO bi xirab rêvebirina krîzê ve tawanbar dike û dibêje ku dema vîrus nû derketibû wan bi têra xwe givaştin li ser Çînê nekir ku derbarê korona helwesteke zelal ji cîhanê re nîşan bide.

Abe di axaftina xwe de Trump rexne nekir, jiber ku têkilîyên wan her duyan germ in, lê rêberê Japonî piştgiriya bangewazîya G7 kir ku divê hizra reformkirina WHO were kirin.

Abe got ku WHO teka rêxistina navnetewî ya bedrest e ku dikare serederîyê wê pandemîyê bike.

“Derbarê WHO’yê da nêrînên cuda hene ku belku ew di warê sîyasî de bêalî nebe, lê Japonya diravên ku dide wê kêm nake. Divê em niha bi awayekî xurt piştgirîya WHO bikin," Abe got.

Êrîşa Trump ya ser WHO ya di vê dema pandemîyê de ji alîyê hin endamên G7 ve hate şermizar kirin, lê hevalbendên wî yên Komarî li Amerîka destek dan wî.

XS
SM
MD
LG