Hemwelatîyê Kurdê Sûrîyê Abdûlmenaf Osman, jiber endamtîya Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) di 3’yê Adarê 1993’an de li Batmanê di hatibû binçav kirin. Ew li Amedê li Dadgeha Ewlekarîya Dewletê (DGM) hatibû darizandin û ji wî re 30 sal ceza hatibû birîn.
Osman li 14 girtîgehên Tirkîyêm 30 sal û 6 meh hate girtin û ew di 3’yê Îlonê de cezayê xwe qedand û 5 salên xwe yên dawî li Girtîgeha Akhîsarê li bajarê Manîsa borand.
Dema cazaya wî dawî bû cendermeyan ew li nava girtîgehê binçav kir û bir Navenda Paşve Şandinê (GGM) li Îzmîrê. Osman du rojan li wir hate girtin û paşê jî Navenda Paşve Şandinê ya li bajarê Edîrneyê re hat veguhastin.
Parêzerê Osman, Halîl Coşkun, ji Dengê Amerîka re got ku ev girtin ti awayî ne hiqûqî ye jiber ku muwekîlê wî cezaya xwe xilas kirîye.
“Hiqûq dibêje ku heke caza hatîye temam kirin ew azad e. Lê niha di qanûnê de xala 54’an derdixînin pêşîya muwekîlê min ku dibêje yên ku ‘ewlekarî û nîzama giştî tehdît dikin’ divê were dersînor kirin. Lê muwekîlê min 30 sal berê ceza girtîye, aniha jî cezaya xwe xilas kirîyê û ew ne gefek e.”
Bariş Işik, Endamê Komîsyona Penaberan ya Komela Mafên Mirov (ÎHD) ya baskê Îzmîrê ragihand ku cîhê helwesta hember Osman ne di nav hiqûqa Tirkîyê û ne jî di nav navnetaweyî de heye.
“Li Sûrîyê niha şerê navxweyî didome, li tevahîya Tirkîyê jî nêzîkî 4 mîlyon welatîyên Sûrîyê wek penaber hene. Li gor ÎHD’ê, Tirkîye çawa nikare wan kesan bê razîbûna wan vegerîne, heman tişt jibo Abdulmenaf Osman jî gerek wisa be.”
Parêzer Coşkun qala binçavkirina Osman ya ji alîyê cendermeyan jî kur û ew kiryar rexne kir.
“Em li bendê bûn ku birêz Abdûlmenaf Osman derkeve. Me hew dît ku cenderme hatin û ew yekser girtin. Malbata wî hatibû li bendê bû ku wî bibin. Lê, cenderme ew yekser xiste trimbêlê. Em çûn bi cendermeyan re axivîn û me got malbata wî hatîye bila hema silavekê bidin hevdu. Cendermeyan ew daxwaz qebûl kir û ew fotoya belav bû jî wê demê hate kişandin. Lê niha em amadekarîya parastina wî dikin û emê herin Edirneyê.”
Coşkun got ku malbata Osman li bajarê Mêrdînê dijî û merivên wî yên li Mêrdînê jibo berdana Osman hatibûn Girtîgeha Akhîsarê.
Abdûlmenaf Osman Kî Ye?
Osman di sala 1965’an de li bajarê Hesekê yê Rojava ji dayik bûye. Xwendina serekî, navendî û lîse li Hesekê qedandîye û paşê jî li Zanîngeha Şamê Beşa Arkeolojî qedandîye. Ew di Adara 1993’an de li Batmanê hatibû binçav kirin û pirtir ji 30 salan li zindanê hatibû girtin.
Osman li girtîgehê 7 pirtûkên Kurdî yên wek Sînor, Sol, Osman Axa û Malbata Wî nivîsîne û ku roman, lêkolîn û ceribandin in. Ew Îngilîzî, Fransî, Erebî, Tirkî û Kurdî dizan û karê wergerandina pirtûkan jî kirîye. Osman bi hunerê jî mijûl dibe û û taybetî di ware wênsazîyê ye xwe pêşve biriye.