Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abdulhekîm Beşar Bizavên Tirkîyê Şîrove Dike


Tankên artêşa Sûrî li kolanên bajarê Lazqîyayê ne. Sêşem, Tebax, 16, 2011
Tankên artêşa Sûrî li kolanên bajarê Lazqîyayê ne. Sêşem, Tebax, 16, 2011

Serokê Partîya Demokrata Kurdî li Sûrîyê (El Partî), Dr. Abdulhekîm Beşar, di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, xwepêşandanên berdewam yên li Sûrîyê şîrove dike.

Birêz Beşar dibêje, rejîm xwepêşandanên heyî wekî şerê man û nemanê dibîne, loma jî bi hemî hêza xwe hewil dide ku dengê gel bibire.

Abdulhekîm Beşar her wiha dibêje, gelê Kurd bawerîya bizavên Tirkîyê li Sûrîyê nake, çimkî Tirkîye bi xwe zext û zordarî li ser 25 mîlyon Kurdên li wî welatî dike.

Serokê Partîya Demokrata Kurdî li Sûrîyê, Abdulhekîm Beşar di dawîya axaftina xwe de dibêje, piranîya partîyên Kurd bi hevre û bi yekdengî tekoşînê didin ku mafên gelê Kurd biparêzin.

Kerem kin bi xwe lînka ‘Guhdarî kirin’a guhdarîya vê hevpeyvînê bikin

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG