Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlum Abdî îro Pêncşemê got ger ew bi Tirkîyê re agirbesteke tam çêkin ewê şervanên wan yên ji dewletên din ji welêt derkevin.
Tirkîye, ku komên pêşketî yên Kurdên Sûrîyê wek gefeke neteweyî dibîne û li bakurê Sûrîyê piştgirî dide operasyonên dijî wan dixwaze ku şervanên Kurd yên ne ji Sûrîyê, vekişin.
Berî ku du hefte di ser ketina Beşar Esad re derbaz be, Tirkîye û komên çekdar yên bi piştgirîya wê 9’ê Berfanbarê Minbic ji HSD ya bi pêşengîya Kurdan sitand û girjîya li herêmê jinûve gur bû.
Mazlum Abdî bi gotinên jibo ajansa nûçeyan ya Reutersê cara yekê piştrast kir ku şervanên Kurd yên ne ji Sûrîyê dema pevçûnên li welêt jibo piştgirîyê hatine wir ku di nav wan de endamên Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) jî hene.
Tirkîye, Amerîka û dewletên din PKK’ê wek komeke terorê dibînin.
Enqere îdia dike ku komên li pêş yên Kurdan yên li Sûrîyê parçeyên PKK’ê ne.
Abdî got ku her çiqas şervanên PKK’ê hatine Sûrîyê jî ti peywendîya HSD’ê ya rêxistînî bi wê komê re tuneye.
Wî dîyar kir ku şervanên ne Sûrî di deh salên dawî de destek dane HSD ya bi piştgirîya Amerîka ku ew dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) têkoşînê bimşeîne.
Serfermandarê HSD’ê got ku di nav salan de hin şervan vegerîne malên xwe û hin ji wan jî jibo têkoşîna dijî DAIŞ’ê mane û dîyar kir ku ger agirbest çêbe ewê vegerin malên xwe.
‘’Li Sûrîyê rewşeke cuda heye, êdî em derbazî qonaxeke sîyasî dibin. Sûrî divê kêşeyên xwe bi çareser bikin û rêvebirîyeke nû çêkin.’’
Wî dîyar kir ku ger ew bi hêzên Tirkan û komên girêdayî wan re agirbestê çêkin û ewê tevlî qonaxa nû bibin.
Abdî got ku jiber rewşa nû ya Sûrîyê şervanên alîkarî dane wan dikarin serbilind vegerin warên xwe.
Amerîka, HSD’ê di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de wek hevkareke girîng dibîne û jibo pevçûnên wê û Tirkîye û komên bi piştgirîya wê bisekinin navbeynkarîyê dike.
Wezareta Derve ya Amerîka do Çarşemê ragihand ku agirbesta dora Minbicê heta dawîya hefteyê hatiye dirêj kirin.
Lê, karbidestekî Wezareta Derve ya Tirkîyê îro Pêncşemê dîyar kir ku HSD’ê re ti agirbest çênebûye.
Abdî got ku Tirkîye û hevbendên wê yên Sêrî hazirîyê dikin ku êrîşê bibin ser Kobanê û dîyar kir ku wan pêşnîyar kiriye ku HSD hêzên xwe ji herêmê vekişîne.
Li gor teklîfê bi şertê agirbesteke tam herêm bi hazirîya hêzên Amerîkî diket destê quwetên ewlekarîya navxweyî.
Abdî dîyar kir ku ew jî ser gumana êrîşan hazirîyê dikin.
Kobanê, sala 2014’an dema DAIŞ hêzdar bû, bûbû navenda şerekî giran yê hêzên Kurdan û DAIŞ’ê.
Abdî dîyar kir ku şervanên Kurd yên ji Îran, Îraq û Tirkîyê jibo cîhadîyan ji Kobanê derxin hatine Sûrîyê.
Piştî şerê Kobanê mîna peşmergeyên Herêma Kurdistana Îraqê vegerîbûn malên xwe.
Jêder: Reuters