Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îraqê, Lîsta Allawî bi 11-Hizar Dengan li Pêş Lîsta Malikî ye


Komisyona Helbijartina Îraqê ragehand ku 95 ji-sedê dengên helbijartina 7-Adarê hatin jimartin û dengên nêvbera hevalbendîya serokwezîr Nûrî Malikî û lîsta Eyad Allawî zor lêk nizîkin.

Komisyonê dawayeka serokwezîrî red kir ji bo dubare jimartina dengan.

Karbidestên helbijartinê dibêjin ew dê pêdaçûnê bi gazinde û rexneyan bikin, belê hemî dengên helbijartinê dubare nahên jimartin.

Komisyonê her wiha ragehand ku heta roja Heynî encamên fermî dihên belav kirin.

Roja Yekşembî, komisyonê ragehand ku lîsa Allawî bi 11-hizar dengan li pêş lîsa Malikî ye.

XS
SM
MD
LG