Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lîsta Allawî li Pêş Hevalbendîya Malikî ye


Lîsta Allawî li Pêş Hevalbendîya Malikî ye
Lîsta Allawî li Pêş Hevalbendîya Malikî ye

<!-- IMAGE -->

Dengên Hevalbendîya serokwezîrê berê Eyad Allawî li helbijartinên 7-ê Adarê li Îraqê zêdetir bûn li hevalbendîya serokwezîr Nûrî El-Malikî.

Ligel jimartina 80 ji-sedê dengan, lîsta Îraqîye ya Allawî bi 9-hizar dengan li pêş hevalbendîya Dewleta Qanûnê ya Malikî ye.

Di namekê de bo Komisyona Helbijartina Îraqê roja Sêşembî, Malikî karmendên helbijartinê bi destkarî kirina proseya jimartina dengan li berjewendiya hevrikên siyasî xetabar kir. Malikî her wiha daxaza dubare jimartina dengên parêzgeha Bexda kir.

Hevalbendîya Malikî li heft ji 18 parêzgehên Îraqê li pêş e. Lîsta Allawî li pênc parêzgehan li pêş e, belê li parêzgeha Kerkukê bi ciyawaziyeka zor kêm li pêş Hevpeymanîya sereke ya Kurdî ye.

Hevpeymanîya Kurdistanê li sê parêzgehên herêma atonomî ya bakûrê yekem e.

XS
SM
MD
LG