Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fehîm Ebdullah Basê Pêkanîna Hikûmeta Nû ya Îraqê Dike


Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, Fehîm Ebdullah berpirsê Dezgehê Xanî yê Rewşenbîrî û Ragehandinê li Kurdistana Îraqê basê pêk anîna hikûmeta nû ya Îraqî dike piştî helbijartina niştîmanî ya 7'ê Adarê.

Şarezayên siyasî pêşbînî dikin ku proseya pêk anîna hikûmeta nû ya Îraqê gîrû bibe.

Birêz Fehîm dibêje berûvajiya pêşbîniyan, reng e hikûmeta Îraqê di demekê nizîk de bihêt pêk anîn û nexşa siyasî ya Îraqê heta radekê bihêt guhertin.

Birêz Fehîm her wiha got ku proseya dengdanê li herêma Kurdistanê bêy arîşên mezin û bi awayekê serkeftî birêve çû.

XS
SM
MD
LG