Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîya Mutleg Pişikdarî li Helbijartinên Îraqê Diket


Parlimantarekê mezin yê Sunnî dibêjit partîya wî dê pişikdarî helbijatinêt Îraqê bit.

<!-- IMAGE -->

Salih El Mutleg roja Pêncşembî got, Beroka Dayeloga Niştîmanî weku pişkek ji hevalbendiyelê dê pişikdariyê ket û dê berêkanê ligel partîyêt Îslamî yêt Şî’a yêt Îraqê ket.

Mutleg piştî ji berbijar kirinê bo helbijartina hatiye berbend kirin, heftiya bûrî got ku partîya wî pişikdarî helbijartina nabit. Ew yêk bû ji nizîkî 500 berbijarêt dî ku bara pitir Sunnî bûn ji berbijar kirina xwe bo helbijartina hatine berbend kirin ji ber êdî’ayêt peywendiya wan ligel partîya Be’es ya Seddam Hûsênî.

Partîya Mutleg xwe vekêşa piştî karbidestêt Amerîkî gotî, belgêt rastewxwe hene ku Îran di nexşa ne pişikdariya hindek berbijara di hebijartinan de alîkarî kir bû.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG