Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Girtina Generalên Tirk Tirsa Desthilata Otorîter Xurttir Dike


Girtina Generalên Tirk Tirsa Desthilata Otorîter Xurttir Dike
Girtina Generalên Tirk Tirsa Desthilata Otorîter Xurttir Dike
<!-- IMAGE -->

Sernivîsa rojnamameyeke alîgira hikûmetê dibêje “Rêberên Darbê Hatine Çekûç Kirin. Tê gotin, lêpirsîna 49 serbazên serkar û karkenar bûyî berdewam dike, jiber rola wan ya plana darbeya leşkerî ango coup d’état ya bi navê balyoz yan çekûç.

Ji damezrandina xwe ya 1923ê vir ve, Komara Tirkîye dewleteke laîk ango sekuler e û artêş xwe wekî berevana vê sêstemê dibîne. Artêş, ji 1960ê vir ve çar darbe pêk anîn û çar hikûmet ji desthilatê dûr xist.

Pisporê zanista sîyasî Cengîz Aktar ji Zanîngeha Behçeşehîr dibêje:

Ew dîroke, ew tişteke berî niha qet welatî nedîye. Ez dibêjim, çawa jeneralekî çar-stêr hatîye girtin, her çende ew xanenişîne. Ez bawer dikim eve destpêka qonaxeka nûye. Em li pêşîya qonaxeka proseyê jinav birina leşkerê ne li welatî, wekî çawa li Îspanîya, li Yonanistanê û Portûgal di salên 70 yan û 80 yan de.

Nivîskara sîyasî Nuray Mert bawer dike, sîstema dadwerî jî, wekî her tiştên li Tirkîye, bûye du alî wekî yên alîgira hikûmetê û yên dijî wê, ku hikûmetê bi gefe danan ser dewleta sekuler tawanbar dikin.

Li jêr vî dest û darê nvbera van dû alîyan de, ser bi hûkmetê û dijî hûkmetê tiştek nahte çareserkirin. Û sîstima dadwerîy bûye dû beş. Dûberekî li her cihekî peydabûye, civak bûye dû beş. Lewan li vî destûdarî çareserîya pirisgirkan bi sîstemê dadwerîy nabe.

Çavdêr dibêjin, bi lêpirsina doza Ergenekon ya bi pêşengîya leşkeran, xem û fikarên heyî li ser sîstema dadwerîyê Tirkîye mezintir bûye. Her çi qas di destpekê de piştgirîyeke xurt hebû jî, jiber zede bûna hejmara kesên desteser kirî, pêbawerîya civatê bo lepirsinê hindiktir dibe.

Karbidestên hikûmetê jî bersîva vê yekê didin û dibêjin sîstema dadwerîyê jî bûye pişkek planên veşartî yên dijî hikûmetê. Hikûmet li sala 2008ê xwe bi dijwarî destê dadgehê rizgar kirîbû, ku bi tawana gefe kirina li ser dewleta laîk hatîbû dad kirin.

Serokwezîrê Tirkîye Recep Tayyip Erdogan dibêje, welat bi lez û bêzî hewceyî reformeke dadwerîyê ye. Opozîsyon destek bide jî nede jî, emê sîstema dadwerîyê bînin parlemanê. Eger em bi têra xwe dengan wergirin ku referandumek lidar xin, hîngê emê wê kêşê raberî gelê xwe bikin.

Tevî ku hikûmet hîn jî pêşnîyarên xwe dîyar nekirîbe jî, Yekîtîya Ewrûpa jî piştgirîya sîstema dadwerîyê dike. Lê, rexnegirên hikûmetê dibêjin, bi vê pêngavê hikûmet dixwaze astengên pêş xwe ji holê rake. Rojnamevan Mert dibêje:

Ez dibêjim li her welatekî demûkrat ev renge tişt çavdêrî û hevsengî sîstemê dadwerîyê jî dinav de, bûye maytêkirin, maytêkirina ne rewa li gora têgihîştina vê hûkmetê û piştîvanên wê jibo pênasa demûkrasîyetê. Lewan eve bixwe tirsandine.

Di hewileke kêm kirina req bûna heyî de, Serokkomarê Tirkîye Abdullah Gul ligel du dadgerên serekî kom bûn, belê kêm kês di vê bawerîyê de ne, ku hewilên wî rengî encamên erenî bînin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG