Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Çavê Civata Giştî Pirsa Kurdî li Tirkîye û Rê vekirina Kurdî


Di 9’ê meha 12 Berfanberê de, li navenda Washington ya Waqfa Lêkolînên Sîyasê, Aborî û Civakî SETA-DC paneleke bi navê “Pirsa Kurdî li Tirkîye” hate derbaz kirin. Di panelê de, ji Brookings Institute Dr. Omer Taspinar, ji Zanîngeha Columbia Kadir Ustun û ji SETA Taha Ozhan hazir bûn.

Panel bi axaftina Kadir Ustun destpê kir. Ustun got, girîng e ku edî li Tirkîyê navê pirsa Kurdî bi eşkereyî te behs kirin. Wî got, berî 10 salan ne mimkûn bû ku kesek li ser vê pirsê nîqaşan bike, lê îro hem li parlamenê, hem li medya û hem jî li nav civat, ev pirs bi firehî tê axaftin. Dewlet berê, wekî kêşeyeke ewlehî û parastinê li pirsa kurdî dinêrîya, lê edî meselê ji wê çarçovê derketîye û bûye pirseke sîyasî.

Piştî Ustin, Dr. Omer Taspinar destbi axaftina xwe kir û got, pirsa Kurdî li Tirkîye, ji alîyê Tirkan û Kurdan re bi 2 awayên gelek ji hev cûda têne dîtin. Tirk, wekî meseleya cûdaxswazîyê li vê kêşeyê dinêrin lê Kurd, wekî daxwaza mafên xwe dibînin. Taspinar got, nêzîkî 70 parlamanterên Kurd li nav AKPê gelek bizavê dikirin ku partîya wan pengavên berbiçav bavêje jibo çareserîya pirsa Kurdî. Belê, ev bizavên hikûmeta AKP’ê dibe sedema nerazîbûna kesên ku ji MHP hatine nav AKPê.

Dû re, rêvebirê giştî ya SETA Taha Ozhan destbi gotara xwe kir û behsa raporta wan ya bi navê “Bi Çavê Civata Giştî Pirsa Kurdî li Tirkîye û Rê vekirina Kurdî” kir. Ozhan got, cara yekê ye li Tirkîye lêkolîneke ûsa berfireh û kûr hate kirin ku pirsa kurdî bi gelek awayan tîne pêş çavan. Ozhan ku yek jî rêvebirîn vê raportê ye da zanîn, wan li 2500 cîyan, bi 10 hezar û 574 kesan re peyîvîne û ev lêkolîn di bin rêvebirîya 10 zanyar, pispor, civaknas hatîye amade kirin.

Di axaftina xwe de Taha Ozhan, li ser lêkolîna wan sekinî û gelek pêzanîn û agahdarîyên balkêş da. Li gorî lêkolînê, pirsa kurdî ligel û pirsa aborî û bêkarî ye, yek jî 2 kêşeyên mezin e li Tirkîye.

Hinek encamên ku ji vê lêkolîne derketine ev in:

% 55.3 pişikdarên lêpirsînê, pirsa Kurdî wekî pirseke girîng ya Tirkîye dibînin û ev rêjê li nav tirkan% 51.2 % û li nav Kurdan jî % 75.8 e.

% 71.1 kesên, ku tevli vê lêkolînê bûne gotine, şêrê Tirkîye ya li dijî terorîzmê, li nav 25 salên borî biser neketîye û tenê % 20.8 gotinê erê, serkeftî bûye.

Li hember pirsa ku dibêje, “Heku hezên leşkerî ya tirkîye, PKKê bi temamî têk bibe, dê pirsa Kurdî çareser be” % 36 dibêjin erê û % 55.6 dibêjin naxwer.

% 64.5 ji gelê Tirkîye di vê bawerîyê da ye ku, tenê rekeftineke navbêr artêşa tirk û hikûmetê dikane vê pirsê çareser bike.

Di lêkolîna behs kirî de, piştevanîya gel bo bizavên hikûmeta AKP ya çareser kirina pirsa Kurdî tê pirsîn û % 48.1 vê yekê, erenî dibînîn- beramber % 36.4 ên li dijî wê. Ev rêje li nav Kurdan, bi awayeke berbiçav digeheje % 75 û li nav Tirkan jî li % 42.7 dimîne.

% 63.5 ji beştarbûyên lêkolînê halwesta Partîya Gel ya Komarî CHP ya înîsîyatîfa hikûmeta AKPê ya safî kirina pirsa Kurdî neyînî dibînîn û nerazîbûna xwe nîşan didin. Heman nêrîn û nerazîbûna Partîya Tevgêra Neteweperwer MHP jî % 62.3 e.

Encameke balkêş jî, li ser nêrîna Partîya Civata Demokratîk DTP heye, ku % 41.3’ê pişikdarên lêkolînê halwesta vê partîyê negatîv, % 35 jî pozîtîv dibînin. Di raportê de xwane dibe ku % 65.8’ê Kurdan nêrîna DTP erênî dibînîn lê ev rêje li nav Tirkan tenê % 28.9 e.

% 51.1 tevlîbûyên lêkolînê bawer dikin ku TRT 6’a Kurdî pengaveke erênî û % 38.6 jî, li dijî wê derdikevin. % 67.1’ê Kurdan dibêjin TRT 6 erênî ye.

Lêkolîn her wiha gelek pêzanînên ciherengî dide û jibo wan kesên ku dixwazin li ser pirsa Kurdî xebatê bikin, çavkanîyeke girîng e. Ev lêkolîn ne tenê berfirehtirîn xebata ser pirsa Kurdî ye, her wiha girîng e, jiber ku pirsa Kurdî bi eşkereyî pêşkêşî civata Tirkîye dike û bi awayekî modern û vekîrî li pirsa Kurdî dinêre.

Panel, nêzîkî 2 demjimêr dom kir û di dawîya axaftinan de mevan pirsên xwe raberî peyivdaran kirin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG