Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çar serbazên Amerîkî li Afganistanê hatin kuştin


Hêzên parastinê yên navnetewî li Afganistanê rageand ku li nav hêrişên vê dawîyê li başûr û rojhilata welatî, çar serbazên Amerîkî û heşt serbazên Afganî hatine kuştin.

Daxûyanîyek ji aliyê NATO ve ragehand ku roja Dûşembê bombeyek li rojhilata Afganistanê peqî û di encamê de serbazekê Amerîkî hat kuştin.

Roja Yêkşembê li başûra welatî, bi sedema hêrişeka bi bombeyan, sê serbazên Amerîkî hatine kuştin.

Her roja Yêkşembê, karbidestên Afganî gotin bombeyeka ser rêkê li parêzgeha Helmand sê serbazên Afganî kuşt û du serbazên dî birîndar kir.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG