Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senatorê Amerîkî Edward Kennedy koça domahîyê kir


Senatorê Amerîka Edward Kennedy, biçûktirîn birayê serokê berê yê koç kirî yê Amerîka John F. Kennedy li temenê 77 salî malavayî li vê cîhanê kir. Senator Kennedy yek ji bi nifuztirîn qanundanerên li dîroka Amerîka bû.

Mala Kennedy ragihandîye ku ew dereng wext roja sêşemê li mala xwe li bajarê Hyannis li wilayeta Massachusetts koça domahîyê kirîye.

Ev zêdeyi salek e ku senatorê Demokrat bi nexweşîna şêrpenceya mejî ketibû ku çareserîya wê nebû. Malbat di ragihandinê de herwisa dibêje "ew jibo malbata me kesek bû ku cihê wî nayê dagirtin û wek rohnîya çavê me yê şadîyê bû"

Bo piranîya vê salê Senator Kennedy nikaribû li nav Senatê amade be û li mala xwe li ser meseleya weku mora wî dihate nasîn ya sîstema giştîya bîmeya tendirustîyê kar dikir.

Kennedy ji sala 1962 heta niha wek nûnerê Massachusetts li Senatê kar dikir ku berî hilbijartina wî ev kursîye li Senatê ji alî serok Kennedy ve hatibû bi kar anîn.

Di nav dema jîyana xwe ya karî de Senator Kennedy wek lehengekî meseleyên lîberal binavûdeng bû, li ser meseleyên weku mafên medenîyan, perwerde, xwendin, koçberî û herwiha tendurustîya giştî.

Serok Obama ku li dema hilbijartina 2008, piştevanîya Kennedy wergirtibû li van çendakî dawîyê, Xelata Serokatîyê bo Azadîyê dabû Kennedy.


Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG