Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîyên Şî'e li Îraqê hevalbendiyeka nu pêk anî


Partîyên serekî yên Şî'e li Îraqê hevalbendiyeka nu pêk anî bêy serokwezîr Nûrî El-Malikî û patîya wî El-Dawa.

Endamên perlemana Îraqê dibêjin hevalbendiya nu renge ji layê Civata Bilinda Îslamîya Îraqî ve bihête rêberî kirin, ku yeke ji bihêztirîn partîyên Şî'e li Îraqê.

Endamên perlemanê herweha dibêjin piştevanên oldarê dijî Amerîka Muqteda El-Sadir û kesayetiyên Şî'e di wê hevalbendiyê de pişikdarin.

Hevalbendiya nu dê cihê Hevalbendiya Îraq ya Yekgirtî girit ku li sala 2005 ji bo partîyên Şî'e hat pêk anîn.

Bo pêzanînên pitir, fayla dengî ya rexê rastê vê perê kilik bike; raporta Goran Tewfîq peyamnêrê Dengê Amerîka li Bexda.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG