Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balafireka Yemenî li Komoros kefte xar


Balafireka Yemenî li kinara Komoros li Oqyanosa Hindî kefte xar.

Karbidest dibêjin 153 kes li nav wê firokê bûn, belê tinê zarokekê pênc-salî hat rizgar kirin û termên sê qurbaniyan hatin vedîtin.

Karbidestên hêla asmaniya Yemenî dibêjin ew balafir sipêdeya sêşembî kefte xar demê jî Sen'a ya paytextê Yemenê birev girava Moronî ya Comoros diçû.

Dem û dest egerên keftine xara firokê nehate zanîn, belê karbidestên Yemenî dibêjin ba û bahozên bihêz hebûn dema firoke li Moronî nizîk bu.

Ji bo alîkarî kirina bizavên biharîve çûnê, leşkerê Ferensî du balafirên leşkerî weşandine wê deverê. Ew firoke li cûrê Airbus 310 e.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG