Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlimanê Iraqê biryarek sebaret hêzêt bîyanî derbaz kir


Parlimanê Iraqê biryarek derbaz kir ko rêkê dete Brîtanya u hêzêt dî yêt bîyanî yêt ne Amerîkî heta piştî domahîya ev sale li wî welatî bimînin.

Qanondaneran bi piranya dengan evro piştevanya wê biryarê kir, demekê kurt piştî peyvdarê parlimanî Mehemed al Meşhedanî karvekêşana xwe day. Meşhedanî, sîyasetvanekê Sunnî yê kêşe liser, ko heftya borî di mişt u mirekêda da sebaret hêzêt bîyanî, bêrêzî li hevkarêt xwe endamêt parlimanî kirbo, di gotareka xatirxastinê da daxaza lêborînê kir bo reftara wî digel qanondaneran.

Li dîv wê biryarê nîzîkî 4 hizar hêzêt Brîtanî u hêzêt biçîktir yêt Australî, Salvadorî, Estonî u Romanî dê li Iraqê mînin heta heyva heft Tîrmehê.

Liser karvekêşana Meşhedanî, paymnêr Goran Tofîq raportek ji Bexda hinartîye.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG