Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sînator Joe Biden cêgirê Barack Obama ye


Berbijarê Partiya Dîmokrat bo serokatiya Amerîka Barack Obama ragehand ku sînatorê wilayeta Delaware Joe Biden cêgirê wî ye li helbijartinên meha 11.

Obama roja şembî li malpera xwe ya Internetê nûçeya destnîşan kirina Biden belav kir.

Biden, ku li sala 1972 û li jiyê 29 salî bo Sîneta Amerîkî hat helbijartin, serokê Komîteya Têkeliyên Derve ya Sînetê ye.

Bo pêzanînên pitir derbarê karên Sînator Biden fayla dengî ya servey vê perê kilik bike.

Kongireya Partiya Dîmokrat roja duşembî li bajêrê Denver, wilayeta Colorado dest pê diket.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG