Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikumeta hevalbenda Pakistanê berev bi rûye erkê hilbijartina serokek nû ye


Hikumeta hevalbenda Pakistanê berev bi rûye erkê hilbijartina serokek nû jibo welatî ye jiber ku serokê berê Pervez Muşerref roja duşembîyê dest ji kar berda da ku ew nekevîte ber lêpirsînê.

Li gor desturê civatên çar wîlayetên Pakistanê û herwisa Civata Niştimanî divîya dinav 30 rojan da serokek nû hilbijêrît.

Rohn nîye ka du partîyên serekî yên nav hevalbendîya Pakistanê dê çi kesî jibo wê postê serokatîyê biden nasandin.

Rêberên hevalbendîyê Asif Alî Zardarî û Newaz Şerîf piştî ragihandina birêz Muşerref li Îslamabada paytext bihevre kom bûn lê belê çi ragihandinêt eşkere nedan.

Di derbarê vê babetê û têkilîyên Amerîka digel Pakistanê de bi dirêjahî raporteke Dengê Amerîka li jora vê rûpelê amade ye. Heke hun bixwazin guh bidine vê raportê ji kerema xwe re li jor nivîsa şîn (Guh bidine raportê) bitiqînin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG