Di hevpeyvîneka
taybet de digel Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka, cêgirê wezîrê bazirganî yê
Amerîkî John Sullivan basê seredana xwe bo Herêma Kurdistana Iraqê û pirsên dî
yên taybet bi herêmê kir.
Birêz Sullivan herwesa basê pilanên wezareta
bazirganî ya Amerîkî bo pêşve birina sermayedarî û kardariya Amerîkî li
Kurdistana Iraqê kir.
Birêz Sullivan got Kurdistana Iraqê wekî derwazeka kardariyê ye bo hemî beşên Iraqê.
Sebaret bi kontraktên petrolê yên hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê digel kompaniyayên biyanî, birêz Sullivan got pêtiviye nuke hemî aliyên Iraqî bizavê biken da bigehine rêkeftineke berfireh li ser kanona neftê ya niştîmanî.
Cêgirê wezîrê Bazirganî yê Amerîkî herwesa pesna şiyana gelê Kurdistana Iraqê da.
Bo guhdarî kirin û dîtina wê hevpeyvînê, faylên servey vê perê kilik bike.