Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li du hêrişan 13 kes li Iraqê hatin kuştin.


Karbidestên Iraqî dibêjin li du peqînan bi kêmî ve 13 kes hatin kuştin, heşt ji wan li hêrişekê dijî karbidestekê Kurdê Iraqî.

Polîsê Iraqî ragehand bombek nizîkî otombîla karbidestê Yeketiya Niştîmanî ya Kurdistanê, Mehemed Remezan, li parêzgeha Diyale peqî. Desthelatdar dibêjin pênc endamên malbata Remezan û du nobetdarên wî hatin kuştin û çar kes birîdar bun, ku yek ji wan Remezane.

Li bakora Bexda, bi peqîna otombîlekê şeş kes hatin kuştin û 14 kesên dî birîndar bun, ku sê ji wan polîsin.

Bo pêzanînên pitir li ser peqîna Diyale, peyamnêr Letîf Nêrweyî raportek amade kirye, bo guhdarî kirin fayla dengî ya servey vê perê kilik bike. (Dem 2:06)

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG