Roja duşembî li havîngeha Dukan kombûneka sê-alî li ser rewşa Iraqê nêvbera serokê Iraqî Celal Talebanî, serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û cêgirê serokê Iraqî Tariq El-Haşimî hate kirin û li dawî yadaştnamek taybet bi piroseya siyasî ya Iraqê nêvbera her sê alîyan hat mor kirin.
Di konferanseka rojnamevanî da piştî kombûnê her sê rêberan bombarana Turkiye bu ser gundên tuxîvî yên Herêma Kurdistanê mehkum kirin û daxaz kir ew kêşe bi rêyên siyasî û danûstandinan bê çareser kirin.
Bu pêzanînên pitir li ser kombûna Dukanê, fayla dengî ya servey vî perî kilik bike.