Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mehmûd Osman: Hikumeta Iraqî “nevêt Iranê li xwe eyciz biket ji ber xatira Kurdan”


Mehmûd Osman endamê perlemanê Iraqê dibêjit hikumeta serok wezîrê Iraqî Nûrî El- Malikî birev bêhêzî diçît û eger Kurd piştevanîya wî neken hikumeta Iraqî li ser desthelatî namînit.

Liser bê dengîya hikumeta Iraqî biramberî topbaran kirina deverên Herêma Kurdistana Iraqê ji layê leşkirên Turkî û Iranî ve, Dr. Mehmûd got li demê seredana Malikî bu Turkîyayê, wî rêkeftinên demê Seddam Hûsênî yên nevbera Turkîya û Iraqê nu vekirin û li dîv wan rêkeftina Turkîyayê mafê hey bu çend kîlometrekan bête nav xakê Iraqê bu ravedûnana neyarên xwe.

Herwesa wî got ku hikumeta Iraqê dûsta Iranê ye û “nevêt Iranê li xwe eyciz biket ji ber xatira Kurdan.”

Endamê perlemanê Iraqî got kêşên nêvbera Iran, Turkîya, Iraq û Kurdistanê tivîye bi rêkên aştîyane û dayelogê bêne çareser kirin.

Bu guhdarî kirin, fayla dengî ya servey vî perî kilik bike.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG