Serokê Fransa Jacques Chirac dibêje eger Îran di wextê danûstendinan de zaxkirina uranyumê rawestîne, lazime civata navnetewî Tehranê neşîne ber Civata Tenahîyê ya Neteweyên Yekgirtî.
Rêzdar Chirac duşema îro di hevpeyvîneke radyoyê de ev axaftin kirin û got bila pênc welatên hêzdar yên dinyayê Welatên Yekgirtîyên Amerîka, Brîtanya, Rûsya, Çîn û Almanya bi Fransayê re werin cem hev ku biryar bidin wextekî ew û Îran li hev bicivin da ku mesela navokî ya wî welatî çareser bikin.
Rêzdar Chirac dibêje lazime herdu alî jî karibin dev ji hin tiştan berdin Îran berbayî muhleta 31ê meha Tebaxê ya ku Civata Tenahîyê ya Neteweyên Yekgirtî danîbûyê neketibû û zaxkirina uranyumê ranewestandibû.
Washington digot lazime tole li ser Îranê bên danan ji ber ku ew berbayî wê muhletê neketibû.
Fransa jî yek ji wan Welatên Rojavayê ye ku bawer dike Îran uranyumê jibo çêkirina çekên navokî zax dike. Îran jî rastîya wê îddîayê red dike.