Helbijardeya Ispanya yekem naznavê cîhanî li baskitbolê bidestve îna li Saytama, Japon.
Ispanya li yarya dumahîya qehremanîya baskitbola cîhanî bi 70-47 xala serkeftin biser helbijardeya Yonanê tomar kir û mîdalya zêr bidestve îna.
Eveş sêyem serkeftina seryeka tîmêt Ewropîne li qehremanîyê, piştî Yoguslafya li salêt 1998 û 2002 pileya yekê bidestive îna.
Helbijardeya Amerîkî şîya mîdalya bironz bidestve bînit piştî roja şembî bi 96-81 xala serkeftin biser Arjentîn tomar kir.