Du roja piştî ragirtina hêrişêt asmanî bu ser Beyrutê, Israelê dîsa hêriş kirneve ser paytextê Lubnanê, li demê ku şer û lêkdan li ser tuxîvê Lubnan-Israelî berdewamin.
Peqînêt mezin roja sêşembî Beyrut hejandin. Li başora paytextî, hêzêt Israelî û Hizbullah li nav û rex û çanêt bajerokê Bint Cibeyl şerî diken.
Israelê ragehand ku serbaza bi kêmî 20 çekdarêt Hizbullah yêt kuştîn. Du serbazêt Israelî duşembî li wî bajerokî hatin kuştin û 13 serbazêt dî birîndar bun.
Ji layekê dîve, karbidestêt Lubnanî dibêjin li hêrişeka asmanî ya Israelî bu ser malekê li bajerokê Nebetîyeh hefit kes haitne kuştin, ku hindek ji wan zarok bun.
Karbidestêt Israelî ragehand ku li encama hêrişeka Hizbullah ya bi muşeka yek kes li bakora Israelê hat kuştin û bi kêmî 18 kesêt dî li Heyfa birîndar bun.