Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Beşa li ser Tirkîye ya raporta salane ya Amnesty International


Raporta salane ya Amnesty International an ku Lêxoşbûna Navneteweyî li ser destûdarê mafêt mirovan li sala buhorî 2005ê li Tirkîye dibêjît civata wezîrêt Yekîtîya Ewropî bi resmî danûstandin li ser endamîya Tirkîye bo Yekîtîya Ewropî destpêkirîne lê guhorîn û çêkirineve di nav qanûnê Tirkîya da, da bigihîne pîvanêt navneteweyî kêm hatîne cêbicê kirin. Ew qanûnêt ku mafêt binaxe vebir diken. Ev mafê jî wek ku dîyar kirina hizr û bîrêt cûda li ser hindek pirsa rûbirû ceza kirinê û vebirkirinê dibin piştî qanûna nû ya Tirkî.

Îşkence û bedreftar digel girtîyan ku bi tawanêt adetî hatîne girtin berdewamin. Efserêt hikumetê hêjda zorîyê û xurtîyê bikar tînin dijî xwenîşandanan li meha 11 çar xwenîşander hatibûne kuştin û vekolîn li ser van serhatîyan dirust nebûne û efserêt berpirsyar beramberî van zêdegavîyan kêm caran hatine xetabarkirin. Destûdarêt mafên mirovan li rojhilat û başûra Tirkîye yê xirab e ku şer û lêkdan diqewimin navbera hêzê Tirkî û çekdarêt Partîya Karkerên Kurdistanê PKK.

Raporta Amnesty International pêve çît û dibêjît hêjta jimareka qanûnan hene ku azadîya dîyar kirina hizr û bîra vebir diken, ew jî bûne eger bo xetabarkirina hindek kesan ku bi rêkêt aştî hizr û bîrêt xwe li ser hindek alîyêt jîyanê dîyar kiribûn. Li meha şeş qanûna jimar 159 li ser bênav kirina Tirkîye hate guhorîn bi qanûna jimar 301. Lê gelek caran li jêr herdu qanûnan rexnegir bûyne armanc. Rojnamevan, nivîsevan, weşanxane, berevankarên mafên mirovan û kesêt akademî hatîne xetabar kirin û ceza kirin li jêr vê qanûnê. Jı wan kesan rojnamevan Hrant Dink, romannivîs Orhan Pamûk, cêgirê rêxistîya Mazlum Der ya mafêt mirovan Şêxmûs Ulek, akademîsyen Baskin Oran û Îbrahîm Kaboglu.

Herwisa alîyêt dî yêt vebirkirina azadîya dîyar kirina hizr û bîran her berdewamin li ser bikarînana zimanêt kêmanîyan di jîyana giştî da. Gelek caran hindek kes têne ceza kirin ji ber bikarînana peyveka Kurdî û li jêr benda 81 ya Qanûna Partîyên Sîyasî têne ceza kirin.

Li meha 10 dadpirsan daxwaza daêxistina komela Kurdî ya Dîyarbekirê kir ku piranîya xelkê wê Kurdin. Bi jimareke tawana wek ku nivîsîna peyvan ne bi zimanê Tirkî û peyva Kurdî li ser navê wê komelê bû. Her wisa hindek bendên bernama wê komelê berevanîyê li mafên xwendinê bi zimanê Kurdi diken. Berî hengî ew komel hatibp hujdarî kirin ji ber naveroka bernama wê û navê wê. Raporta Amnesty international pêve çît û dibêjît serhatîyêt îşkencê û bedreftarê ji alîyê karbidestêt parastinê ve têne ragihandin û raport behsê lêdan û rûs kirinê û gefêt kuştinê dikin û avê û xwarinê nadin û nahêlin binivin di wextê girtinê de.

Li nehê meha yazdeh li devera Şemdînlî li wîlayeta Hekkarî kitêbxaneyek hatibû bombe kirin û yek kes hatibû kuştin û çendên dî birîndar bibûn. Sê kes hatibûne tawanbar kirin bi dest hebûnê di wê serhatîyê de. Dibêjin kesê ku bombe peqandî endamekî berê yê çekdarêt PKKê bû û bibû destkîsê hikumetê digel du endamêt parastinê bi cil û bergêt medenî bûn û nasnamêt efserêt agahîyêt cendirma vê bûn. Demê dadpirsî dest bi vekolînî kirî dinav otomobîlekêde teqe li wê qelebalixê hate kirin û yek kesê sîvîl hate kuştin û hindekî dî birîndar bûn û vekolîn hate paşêxistin.

Arîfekî cendirma bi tawana bikarînana hêz û xurtîyê hatibû xetabar kirin. Hindeka ji hikumetê xwest da raspêrîyeka serbixwe bête pêkînan bo vekolînê li ser wan serhatîyan ku dibêjin destê karbidesta di wan serhatîya de hebû.

Eger bixwazî li vê raportê guhdarî bikî ji kerema xwe re li jor nivîsa bi rengê şîn ku dibêje "Li raporta Amnesty International guhdarî bike" bitiqîne.


XS
SM
MD
LG