Karbidestên Îraqî derketina derve li Bexdayê serbest kirin. Heftîya buhurî piştî ku zîyareteke Şî’a yan hatibû bomba kirin tundutujîyên tîreyî destpêkiribûn û jiber wê jî derketina derve hatibû qedexe kirin.
Îro duşem muşekeke ku bi ser kolaneke Şî’a ve hatibû avêtin bû egera mirina çar kesan.
Di dema ku gelê paytextê vê demê hêdî hêdî derbaz dikirin hêza sîyasî ya herî mezin ya Sinneyan di parlamanê de got eger Şî’a mizgeftên Sinneyan yên ku li du gotina wan bi destve xistine dîsa bidine Sinneyan ew dê jî amade bin danûstendinan bikin bo avakirina hikumetê
Karbidestên Amerîkî hêj li benda agahîyekê ne di derbarê rojnamevan Jill Carolla ku hatibû revandin. Balyozê Amerîka li Îraqê Zalmay Xelîlzad got, Caroll nemirîye û wezîrê navxweyî yê Îraqê hêvîdar e ku ew dê bê berdan. Belê muhleta dawîn ku revankaran dîyar kiribûn ji bo berdana wê yekşema buhurî bû.
Leşkerê Amerîka piştî ku bala xwe dan rewşa wan zêdeyî 390 girtîyên li Îraqê berdan.
Dadgehkirina Seddam Huseyn jî dê roja pêncşemê bê kirin.