Dixtorên Îsraîlî dibêjin bêhna serokwezîrê Îsraîlê Ariel Şaron dertê û hêdî hêdî ew şîyar dikin.
Peyivdarê nexweşxana Hedesse li Urşelîm-Qudsê got dixtoran piştî pênc rojên ku ew ji hişve biribûn hêdî hêdî anestezîya ku didin rêzdar Şaron kêm dikin û ew şîyar dikin.
Peyivdar dibêje piştre dê dixtor gel agahdar bikin li ser rewşa serokwezîrî.
Dema ku rêzdar Şaron bi temamî şîyar bû, îca wê demê dixtor dê karibin bala xwe bidine mejîyê wî ku ka gelo çi zîyan gihîştîyê di dema ku damar tê de xitimîbûn.
Yek ji dixtorên wî dibêje îhtîmala ku serokwezîr sax bibe bilind e belê dema sax bû jî ew dê nikaribe dagere ser karê xwe yî berê.