Platforma Demokrasiyê ya Diyarbekirê ku ji 32 rêkxistinên sivîl ên li Diyarbekirê ye pêk tê, îro xwepêşandaneke bi navê “Ji kêşeya Kurdî re çareseriya demokratîk û aştiyane “ li dar xist. Deh hezarên kesên ku tev li meş û xwepêþandanê bûn, peyama aþtiyê da. Di çalakiya ku tê de ji hukumeta AKPê re bang hate kirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hin gavên berbiçav werin avêtin, gel bi dirûşmeya “gelê emzînanê ne bi tenê ye” piştgirî da gelê şemzînanê jî.
Xwenêşandan li qada îstasyonê bi tevêbûna deh hezaran kes dest pê kir. Di destpêkê yek ji amadekarên mîtîngê parêzer Ayla Akat peyivî û got: “ dixwazin dengê gelê amedê bi tepisînin lê çawa ku me berê kir, emê vê carê jî dengê xwe yê aştiyê bilind bikin.” Akat di domahiya axaftina xwe de got: “ tiştên ku li emzînanê pêk hatine ne yekem e û ne jî dawî.
Emê dengê xwe her bilind bikin.” Gelê ku di mîtingê de beþdar bûbûn, nasmeyên xwe rakirin û daxwaziya xwe ya naskirina nasnameya Kurdî anî zimên. Jinan jî melhafên wan ên spî di destê wan de banga aştiyê kir. Gelek peyamên aþitiyê jî hantin xwendin. Ne tenê diyarbekirî her weha gelek kesên din ên ji bajarên wek Þirnex, Mêrdîn, Batman û Rihayê di xwepşandanê de beþdar bûn.
Kesên ku dixwest ji Dêrsim, Elazîz û Çewlikê werin, li ser riya Diyarbekirê hatin sekinandin û nehiştin werin nav bajêr. Wekî din gelek siyasetmedar û nûnerên rêkxistinên sivîl jî di mîtingê de amade bûn. Di nav wan de, serokên hevpar ên Tevgera Civaka Demokratîk Ahmet Türk û Aysel Toðluk, avakrên DTH Sýrrý Sakýk, Sedat Yuttaþ, şaredarê Diyarbekirê Osman Baydemîr, Parlementerên berê yên DEPî, alikarê Serokê ODPê Hakan Tahmaz, Serokê EMEPê Levent Tüzel jî hebûn. Mîtîng bi konsera stranbêj Suavî bi dawî bû. Piştî dawî hatina mîtîngê polês êrîşþ bir ser hin xwepêşandan ku destê wan de wêneyên Abdullah Ocalan hebû. Tê diyarkirin ku gelek kes hatine binçavan.