Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Miersê xwe ji berbijarîya bo endamîya Dadgeha Bilind vekêşa


Qanûnzana ku Serok Bushî bo endamîya Dadgeha Bilind destnîşan kirî, Harriet Miersê, xwe ji berbijarîyê vekêşa.

Serok Bushî li roja Pêncşembî di daxuyaneke kurt da got ew bêyî dil bi wê biryara Xatûn Miersê razî bûye.

Hem Serokî, hem jî Xatûn Miersê daxwaza jimareke senetoran ji bo nêhrîna belgeyên navxweyî yên Qesra Spî wek sebebê xwevekêşanê dana.

Serokê koma pirranî ya Komarî li Civata Senetoran Bill Fristî got xwevekêşana Xatûn Miersê bo qencîya welatî ye û ew li bendê ye ku di demekî nêzîk de berbijareke dî bête destnîşan kirin.

Serokê senetorên Demokrat Harry Reidî got baskê tundrê yê Partîya Komarî berbijarîya Harriet Miersê pûç kirîye.

Xatûn Miers tûşî rexneyên nemaze ji çend endamên ji partîya Komarî ya Serokî bû ji ber bi gotina dijberan kêmîya şarezayîya wê bo wê Dadgehê û xulîya têbînîyên wê li ser pirsên qanûnî.

Ew berbijara berê parêzyareke şareza ye û parêzyara serokî bû li Seraya Spî, lê qet dadpirsî nekirîye.

Serokî Xatûn Miers destnîşan kiribû ku şûna Dadpirsa Dadgeha Bilind Sandra Day O'Connorê bigirît.

XS
SM
MD
LG