Karbidestên Efxanîstanê dibêjin li wî welatî gorekî giştî hatîye veditin ku bawer diken termên pêtir ji 500 serbazan têda ne ji leşkerê rejima komûnîst ya li sala 1992yê ladayî.
Peyivdarekî Wezareta Karûbarên Hundirîn dibêjît ew gorê giştî li devera Paktîkayê bû û ji bo lêkolînê komeke şarezayan hatîye şandin.
Karbidest bawer diken ku ew cendekên di wî gorî da yên ji leşkerê şkestî yê Necîbullahî ne -- Serokê berê yê bi piştevanîya Sovyetî û ew kes hatîne kuştin paş ku wan xwe dayî destê hêzên mucahîdîn. Serok Nejîbullah bi xwe jî li sala 1996ê hatibû kuştin.