Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Brîtanî pênc kes li dû qanuna terorîzmê girtine


Polîsên Brîtanyayê dibêjin ew kes li bajêrê London û Birmingham ê hatine girtin. Herwisa dibêjin wan kesekî din li firîngeha Luton girt demê xwe amade dikir da berev bajêrê Nimes li Frense biçît. Lê çîye pitir li ser girtina wî nehatîye gotin.

Berî hingî polîsên Brîtanî çar kes li bajêrê Bermingham girtibûn bi gumana desthebûnê di bizaveke neserkeftî da bo hindek peqandinan li sîstema hatin û çûnê li Londonê li heftîya buhurî.

Peyivdarekî polîsa dibêje sê ji wan li heman cihî evro roja Çarşembî hatin girtin û yê çarê li cihekî din hatibû girtin ku çenteyeka bi guman li wirê dîtibû.

XS
SM
MD
LG