Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Wanê Aşîta Befrê Bo Sedema Mirina 23 Kesan


Roja Çarşemê li herêma Wanê ya rojhilatê Tirkiyê dema ku tîmên rizgarkirinê li hewara kesên ku pêşwext ketbûn jêr aşîta berfê şûbûn, rastî aşîtek din ya mezin hatin, di bûyerê de heta niha herî kêm 17 kes mirin e.

Ajansa nûçeyan ya Fransî, li gur çavkaniyên herêmî, dide zanîn ku piştî 300 karmendên hewar çûnê gihane herêma bûyerê, bo alîkarîya rizgarkirina kesên pêşwext ketbûn jêr renîya befrê, di dema lêgerînê de aşîteke mezin ya befrê bi ser wan da hatîye, termên12 kuştîyan hatine deranîn û 15 kesên din jî ketine jêr têbarên befrê û lêgerîn dom dikin.

Bûyer li parêzgeha Wanê li derwûrberên gundê Baxceserayê li nêzîk sinorê Tirkiyê û Îranê pêkhatîye ku , şeva Sêşemê aşîtek li wê herêmê hatbû xwar û bûbû sedema mirina 5 kesan, lê Çarşemê aşîtek mezintir hatîye xwar û bûye sedema mirina wê hejmara karmend û tîmên rizgar kirinê.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Sulêman Soylu Çarşemê gote rojnamevanan, heta niha 11 term ji befrê deranîne, ji wana 8 efserên polîsên leşkerîne û 3 ji wan zêrevanên gundan e. Lê Mihemed Amîn Bilmez parêzgarê Wanê gotîye yek ji karmendên saziya agirvemirandinê jî hatîye kuştin.

Bi giştî hejamar mirîyên heta amadekirina vê raportê yên di bûyera hatina xwar ya aşîtên berfê de jiyana xwe ji dest dane 23 kes in.

XS
SM
MD
LG