Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerê Sûriyê Amadekariyên Êrîşên Berfireh Dike


Artêşa Sûrî bi armanca kontrol kirina bingehên dawiyê yên hêzên opozisyonê li rojhilatê Dîmeşq dest bi amadekariyên êrîşek berfireh kirîye.

Roja Çarşemê şahidên bûyerê dan xûyakirin ku, leşkerê Sûrî bi alîkariya firokên cengê yên Rûsya bingehên çekdarên opozisyon li rojhilatê paytext Dîmeşqê bomberan kirin.

Leşkerê Sûrî dixwaze çemberkirina bingehek leşkerê Sûrî yê ku, ji aliyê hêzên opozisyonê ve hatiye dûrpêçkirin bişkêne.

Li bingeha leşkerî ku, li rojhilatê Dîmeşqê ye, 200 leşkerên Sûrî têde asêye mane û ji aliyê opozisyonê ve hatine dûrpêşkirin, artêşa Sûrî dixwaze dûrpêça liser serbazên wan heye nehêle.

Ji roja Yekşemê û vir ve, çekdarên girêdayî Ahrar al-Şam êrîşên dijawar di ben ser bingeha Harsta ya leşkerî û beşekî bingehê kontrol kir bûn, bingeha Harsta ya ku Gutaya Rojhilatê Dîmeşqê derbas dike, Gutya Rojhilat ciyê herî dawiyê ye di dest çekdarên opozisyonê de mayî li wê herêmê.

Doh, roja Sêşemê rûniştvanên herêma Gutya Rojhilat dan zanîn ku bi kêmî 30 êrîşên esmanê pêk hatine, hikumeta Sûrî dixwaze herêma Gutya Rojhilat kontrol bike ku ji sala 2013an heta niha li jêr dûrpêça artêşa Sûrî de ye, weke herêma herî zêde qelebalixa rûniştvan lê ye, ku herêmek ne ewqas mezine lê hejmara kesên wê zêdetirî 300 hezar kesan e.

XS
SM
MD
LG