Piştî ragihandina encamên ne fermi yên hilbijartinên Tirkiyê, AK partî rêjeke bilind ya dengan bidest xistin, niha dikare biserê xwe hikûmetê ava bike.
Partiya nizîkî kurdan HDPê jiber rewşa awarte yaku, berîya hilbijartina hatbû afirandin dengê xwe kêm kirin.
Mediya cîhanî û bi taybet ya Elman bi şêweke berfireh behsa encam û derencamên hilbijartinên Tirkiyê dike.
Jiber ku civaka Tirk li Elmaniya zêdeye û bandora wê liser siyaset û aborîya Tirkîyê heye, Dengê Amerîka pişka Kurdî, li gel Rojnamevanê Kurd-Elman Bekir Şiwanî hevpeyvînek derheqî kanê Mediya Elman çawan behsê hilbijartinan dike encam da.
Bekir Şiwanî di hevpeyvînê de dibêje" Mediya Elmanî rexneyên giran li Şêwirmend û serok hikûmeta Elmaniya Angela Merkl digire, jibo ku wê çend rojan berîya hilbijartinan serdana Tirkiyê kir bû ligel rayedarên dewleta Tirk civîn encam dabûn, ev jî weke layenekî pozîtiv û weke zêdekirina kirêdîta hilbijartina jibo AKP hat bû nirxandin".
Hûn dikarin bi riya lînka jêrîn guh bidin vê hevpeyvînê.