Li Roja 10î meha kanûna pêşîn 2 birayên Îraqî bi sûcê Terorê li welatê Finlana hatin girtin, piştî 2 rojan ew birin pêşiya dadgehê.
Herdû welatiyên Îraqî birane û ew cêwîn e, di girteke Videoyê de tên xweyakirin dema gelek kesan li bajarê Tikrîtê li bakûrê Îraqê di kûjin, dema ku Daiş vî bajarî dagîr dike, herdû bira dibin çekdarên Daişê.
Li havîna 2014an Daiş bajarê Tikritê li bakûrê Îraqê dagîr dike, serbazgeha rahênanên serbazî yê binavê (Spayker) ku, gelek serbazên Îraqî di wê demê de rahênan dikirin û piraniya wan Şia bûn, çekdarên Daişê wan serbazan hemûyan digirin û bikomî wan di kujin, herdû birayên Îraqî beşdarî kuştina wan serbazan bibûn, weke ew li dadgeha Finlandî lixwe mukir hatine ku wan beşdariya wê komkujiyê kirine.
Liser vê mijarê Rojnamevan Husên Rehber ku li welatê Finlanad dijî gote pişka kurdî ya Dengê Amerîka, piştî ew herdu welatiyên Îraqî bi tawana terorê û çekdariya Daişê hatine girtin, xelkê Finlanda ji biyaniyan di tirsin û bandoreke gelek xerab liser penaberan kiriye.
Temamiya hevpeyvînê li jêr heye.