Dayîkên Şemîyê 25’ê Tebaxê xwestin wek her hefte jibo windahîyên xwe çalakîya rûniştinê ya li Qada Galatasaraya Stenbolê pêk bînin, lê hêzên ewlekarîya Tirkiyê nehiştin ew rûniştina xwe berdewam bikin.
Wezîrê Navxweyî yê Tirkîye Suleyman Soylu ev çalakîya hefteya 700an ya Dayîkên Şemîyê qedexe kirîbû. Soylu li ser vê qedexekirinê daxuyanîyek da.
Wi got "Em nahêlin Qada Galatasareyê jibo rexistinên terorîstî bibe qadek rewa". Soylu tekoşîna Dayîkên Şemîyê û tekoşîna xizmên windahîyan wekî xapandin nişan da.
Soylu got، ku Dayîkên Şemîyê destdirêjiya têgeha dayîkatîyê dikin. Bi têgeha dayîkatîyê mexdurîyêtê çêdikin. Dixwazin bi vê ji rexistinên terorîstî mexdûr nişan bidin.
Li hember van gotinên Soylu Dayîkên Aşitîyê ji do bersiv dan.
Dayikên Şemiyê di derbarê daxuyanîya Soylu, li ser êrîş û binçavkirinên roja Şêmîyê li Komaleya Mafên Mirovan ya Stenbolê daxuyanîya çapemenîyê pêk anî.
Di daxuyanîyê de, hin parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan HDP û Partîya Gel a Komarî CHP û gelek xizmên windahîyan û kesên roja Şêmîyê hatin binçav kirin beşdar bûn.
Dayîkên Şemiyê, jibo zarokên xwe yên di binçavkirinê de hatine windakirin careke din daxwaza edaletê kirin, û gotin "Em Qadan Na Terikînin".
Dayîkan jî bersiva Suleyman Soylu dan û wiha gotin "Me dixwest ku Suleyman Soylu bang li dozgerîyan bike û bêje bila dozgerî li ser van dosyayan qanûnan bi kar bînin. Me tehdîtên Soylu fêm nekir. Soylu pê vê daxûyanîyê suc kirîye. Bi gotinên derew suc kîrîye".
Dayikên Şemiyê dîsan gotin "Têgeha dayîkatî nayê bi kar anîn. Lêgerîna mafên dayîkatîyê tê kirin. Hêza we nikare me bêdeng bike. Lêgerîna edaletê eme berdewam bikin. Dayîkatî tiştek cûdaye, Suleyman Soylu tu vê nizanî".
Her weha, Dayîkên Şemîyê gotin dê hefteya 701ê de ji emê li Qada Galatarayê bin..
Hêjayî birxistînê ye ku, berîya çar rojan Wezîrê Navxeyî yê Tirkîyê ev çalakiya rûniştinê ya Dayîkên şemîyê qedexe kîrîbû. Hêzên ewlekarîyê hin rojnameger di nav de gelek kes binçav kirin û gelek kes jî rastî lêdanê hatin.