Artêşa Îsraîlê îro Şemiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku êrîşa li nêzîkî Xan Yûnis pêkhatî Mihemd El Deyf kîrîye û fermandarê Lîwaya Xan Yûnis Raf'i Selama bi firokeyên şer kirine armanc.
Daxuyanî dibêje "Êrîş destnîşankirî bû, û texmîn diyar dikin ku kuştî endamên Hamasê ne", û da zanîn ku êrîşa li ser El Deyf "li navçeyeke dorpêçkirî ya girêdayî Hamasê pêkhatîye, û piraniya xelkê wir çekdar bûn", ku Hamas wê îdîa Îsraîlê red dike, tekez dike ku sivîl mirine.
Nûçegihanê El-Hurra li Qudsê got ku texmînên derdorên ewlehiyê yên Îsraîlê nîşan didin ku "operasyona kuştina El Deyf bi serketî bû, lê hêj nayê piştrastkirin."
Mihemed El Deyf Kî Ye?
El-Zeyîf (59 salî) fermandarê niha yê Lîwayên Îzeddîn El-Qesam, baskê çekdarî yê tevgera Hamasê ye, li gor Îsraîlê ew "duyemîn plansazê" êrîşa 7ê Cotmehê ye, piştî serokê Tevgera Hamas ya li Kerta Gaza, Yahya el-Sinwar.
Ji 7ê cotmehê ve, gelek rapor hene ku El Deyf xwe li kampa penaberan ya Xan Yûnis li başûrê Gazayê vedişêre.
Navê wî yê tam Mihemed Diyab Îbrahîm el-Misrî (Ebû Xalid) e, ku bi navê Mihemed El Deyf tê naskirin. ku çendîn caran hatiye girtin û hewla kuştina wî hatiye dayîn.
El Deyf bi salan wek armanca Îsraîlê tê hesibandin, û herî kêm ji 7 hewildanên kuştinê rizgar bûye, ya dawî di sala 2014an de bû dema ku êrîşeke esmanî ya Israîlî ew li Gaza ya dorpêçkirî kir armanc û jina wî û yek ji zarokên wan hatin kuştin.
Li gorî Ajana AFP (France-Presse)ê, EEl Deyf gelek nehatiye dîtin û naskirin, tenê wêneyek wî ku herî kêm 20 salî ye belav dibe, lê di wêneyên din de ew bi maske an di bin siyek tarî de xwe nîşan dide.
Di Çileya borî de, artêşa Îsraîlî wêneyek belav kir ku tê gotin El Deyf e, di destekî de komek dolar hene û di destê din de Kupek heye, û şîroveke weha li ser wêne heye"Ew di bextewariyê de dijî, lê xelkê Gazayê di dojehê de dijîn."
Wê demê malpera El-Hurra herwiha Dengê Amerîka jî nekarî wêneya berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee li ser malpera "X" hatî weşandin piştrast bike.
Adraee wê demê got: "Wêneyê kesê bi navê Mihemed El Deyf, bi dolaran re, ji yek ji kompîturên ku di operasyona bejayî ya li gazayê de hatibû desteserkirin, derketibû holê."
Li gorî ajansa France-Presse, El Deyf di sala 1965an de ji dayik bûye û tê texmînkirin ku nasnavê wî "El Deyf " ji wê yekê tê ku ew ji şevekê zêdetir li heman cihî namîne û ranazê. (El Deyf bi zimanê Erebî watay Mêhvan dide - Edîtor)
Ajans dibêje ku dijminên wî, El Deyf "pisîkeke bi 9 canan" bi nav dikin, piştî ku ew ji çendîn hewlên kuştinê rizgar bû, yek ji wan bû sedema ku çavekî xwe ji dest bide.
Di sibeha êrîşa li ser Îsraîlê de, tomara dengî ya wî li ser kanalên Hamasê hat weşandin û tê de got: "Îro hêrsa gelê me û miletê me diteqe."
El Deyf di dawiya sala 1987an de tevlî Hamasê bû û di sala 1989an de 16 mehan di zindaneke Îsraîlê de hat girtin. Piştre ew di destpêka întîfada duyem (2000-2005) de ji aliyê desthilata Filistînê ve hat girtin, lê ew reviya yan jî piştî demeke kurt hat berdan, li gorî AFP.
Nêzîkî 30 salan, El Deyf beşdarî êrîşên herî hovane yên li dijî Îsraîlê bû, ji revandina leşkeran û êrîşên mûşekî, bi operasyonên leşkerî dest pê kir û bi êrîşa bêmînak ya 7ê Cotmehê bidawî bû.
El Deyf di sala 2002’an de bû serokê baskê çekdarî yê tevgera Hamasê, piştî ku yê berî wî Selah Şehade di êrîşeke Îsraîlê de hat kuştin. Ew xwedî dîrokek leşkerî û veşartî ya dirêj e ku di salên 1980-an de dest pê kirîye.
El Deyf di sala 2015an de ketibû lîsteya reş a "terorîstên navneteweyî" ya Amerîka, û Kanûna borî jî ketibû lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê.
Şer li Kerta gaza dest pê kir, piştî êrîşa bêhempa ya Hamasê (ku li Amerîka û welatên din wek rêxistineke terorîst tê binavkirin) li ser cih û warên Îsraîlê di 7ê Cotmehê de, û di encamê de 1200 kes hatin kuştin, ku piraniya wan sivîl bûn, di nav wan de jin û zarok, li gorî rayedarên Îsraîlî.
Jêder: X/AFP/AL HURRA