Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Nêzîkî Xan Yûnis bi Dehan Kes Hatin Kuştin, Îsraîl Dibêje Armanca Êrîşan Du Lîderên Hamasê Bûn


Êrîşa Îsraîlê ya roja Şemiyê li ser xîvetgeha Al-Mawasi ya li Xan Yûnis - Kerta Gaza
Êrîşa Îsraîlê ya roja Şemiyê li ser xîvetgeha Al-Mawasi ya li Xan Yûnis - Kerta Gaza

Roja Şemiyê bi dehan filistînî hatin kuştin û birîndarkirin di encama bombebarana Israîlî de li herêma El-Mawasî, li rojavayê bajarê Xan Yûnis, li başûrê Gaza, di demekê de ku medyaya Israîlî ragihand ku armanca wan êrîşan "Fermandarê Şaxê leşkerî yê Hamasê Mihemed El-Zeyîf," bû.

Wezareta Tenduristiyê ya Gazayê ku li jêr desthilata Hamasê de ye ragihand ku di êrîşa Îsraîlê ya li Xan Yûnisê de herî kêm 71 Filistînî mirin û 289 kesên din jî birîndar bûn.

Di heman demê de, Ajansa Wafa ya Nûçeyan got ku firokên Israîlî "çend êrîşên li pey hev devera El-Mawasî kirin armanc", û bal kişand ser wê yekê ku ev bû sedema kuştina herî kêm 30 kesên ku cenazeyên wan gihîştine nexweşxaneyê, û bêtirî 100 kesên din jî birîndar bûne.

Ji aliyê xwe ve, artêşa Israîlî got ku "ew li raportên kuştina bi dehan kesan di êrîşên li nêzîkî Xan Yûnis de li Gaza lêkolîn dikin".

Nûçegihanê Radyoya Artêşa Îsraîlê got ku armanca êrîşan fermandarê baskê leşkerî yê Hamasê Mihemed El-Deyf bû ku li cihekî nepenî li rojavayê Xan Yûnisê veşartibû.

Nûçegihanê El-Hurra ji zarê medyaya Israîlî ragihand ku, "Armanca lêdanê El-Deyf bû, ji bilî fermandarê duyemîn Raf'i Selama, ku her du jî di lîsteya Îsraîlê ya jinav birinê de ne." Wî diyar kir ku bombebaran "avahiyeke veşartî ku her du rêber tê de amade bûn" kir armanc.

Rayedarekî ewlehiyê ji Reutersê re piştrast kir ku fermandarê baskê leşkerî yê Hamasê li Gaza bû hedefa êrişa Îsraîlê.

Ji aliyeke din ve ajansa Reuters ji zarê rêberê tevgera Hamas Samî Ebû Zuhrî ragihand ku raporta ku di Radyoya Artêşa Îsraîlê de hatiye belavkirin ku êrîşa ser Xan Yûnis rêberê baskê leşkerî yê tevgerê Mihemed El-Deyf kiriye armanc. "Gotinek vala ye."

Wî her wiha got: "Ew kesên ku li Xan Yûnisê hatin kuştin sivîl bûn, û ev êrîş nîşana tundiyek metirsîdar e, û nîşan dide ku Îsraîl naxwaze agirbest çê bibe."

Artêşa Îsraîlê di destpêka Nîsana borî de ji Xan Yûnisê, bajarê herî mezin li başûrê Gaza û weke keleha sereke ji bo Hamasê tê dîtin, vekişiyabû, ku Filistîniyên ku bi destpêkirina operasyona leşkerî ya Îsraîlê di 6ê Gulana borî de li Refahê li başûrê Gaza destêkir bû û Filistînî ji cih û warên xwe derketbûn.

Şer li Kerta Gazayê dest pê kir, piştî êrîşa bêhempa ya Hamasê (ku li Amerîka û welatên din wek rêxistineke terorîst tê binavkirin) li ser cih û warên Îsraîlê di 7ê Cotmehê de, û di encamê de 1200 kes hatin kuştin, ku piraniya wan sivîl bûn, di nav wan de jin û zarok, li gorî rayedarên Îsraîlî.

XS
SM
MD
LG