Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Herêma Kurdistana Îraqê: Du Endamên PKK'ê di Bombebarana Tirkîyê de Hatin Kuştin


Arşîv: Şervanên PKKê li Bakurê Îraqê
Arşîv: Şervanên PKKê li Bakurê Îraqê

Rayedarên Herêma Kurdistana Iraqê îro Duşemê ragihandin ku 2 endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)ê di encama bombebarana "ji aliyê firokeyeke bêfirokevan ya Tirkîyê" li bakurê Iraqê hatin kuştin.

Derbarê bûyerê Saziya Dijî Terorê ya Herêma Kurdistana Îraqê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin "Di encama bombebarana firokên bêfirokevan yên artêşa Tirkiyê de li gundê Buskinî yê navçeya Raniyê ya girêdayî parêzgeha Silêmaniyê, 2 şervanên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)ê hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn. "

Ev êrîşa Tirkiyê hevdem e ligel serdana Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken bo Enqerê, ku roja Duşemê bi hevtayê xwe yê Tirk Hakan Fîdan re civîya.

Enqere kêm caran êrîşên bi vî rengî digire ser xwe. Artêşa Tirkiyê bi berdewamî dest bi operasyonên leşkerî yên hewayî û bejayî li dijî serhildayên Kurd yên girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê dike.

Di dawiya Cotmehê de, 10 endamên PKKê di êrîşên asmanî yên Tirkiyê de hatin kuştin, li gorî rayedarên Kurd li Kurdistana Iraqê.

Di destpêka heman mehê de, êrîşên esmanî çend cih li Herêma Kurdistanê kirin armanc. Enqereyê ragihand ku wan "êrîş birine ser 20 armancên PKK'ê li bakurê Îraqê.

Ev yek di wî çaxî de pêk tê, dema ku Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ragihandibû ku welatê wî "wê berdewam be li ser operasyonên xwe yên li dijî şervanên Partiya Karkerên Kurdistanê li Sûriyê û Iraqê", piştî êrîşeke xwekujî ku ji aliyê hin endamên wê partiyê ve hatbû kirin, ku hikûmeta Enqerê destpêka Cotmehê gotbû wan şervanan navenda polîs û Wezareta Navxwe kiribû armanc.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG