Wezareta Berevaniya Tirkiyê îro Pêncşemê ragihand ku ji roja Çarşemê ve hejmara kuştiyên artêşa Tirkiyê di encama êrîşa çekdarên PKKê de li Herêma Kurdistana Iraqê gihîştiye 6 kesan.
Êrîşa PKKê li herêma ku berî salekê artêşa Tirkiyê dest bi operasyona bi navê (Pence Kilît) kirbû pêkhat.
Peyvdarê Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî, gefa şopandina çekdaran kir û dibêje ewê heta çekdarê dawî wan bişopînin ji nav bibin.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê dibêje di êrşê de 4 çekdar hatine bêalî kirin, di nav de plankarê êrîşa Çarşemê jî heye.
Ajansa ANF News ku nêzî Tevgera PKKê ye dibêje di encama bomberana 5 seatî ya Tirkiyê de li ser 'Girê Cûdî' li herêma Zapê 12 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.
Jêder: Twîta Artêşa Tirkiyê/ANFNEWS/Alhurra