Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Danîmark Piştî Şewitandina Quranê Kontrola Sînoran Tundtir Dike


Sinorê Danîmark û Almanya
Sinorê Danîmark û Almanya

KOPENHAGEN- Piştî Swêdê di vê hefteyê de biryar girt ku kontrola sînorên xwe tundtir bike, îro welatê Danîmarkayê jibo parastina ewlehiya welat û pêşîgirtina li kesên ku nayên hezkirin bikevin nava welat biryara kontorkirina bihêz ya sinoran girt.

Piştî ku vê dawiyê carek din daneyên quranê hatin şewitandin, berpirs ji êrîşên tolhildanê ditirsin, bi taybet piştî ku çalakvanên dijî Îslamê li Danîmarka û Swêdê hin daneyên quranê şewitandin, ku ew pirtûka pîroz li ba cîhana Îslamî di van mehên dawî de dubare hat şewitandin, ev bû sedema derketina nerazîbûnê ji aliyê cihana misilmanan ve û daxwaz ji hukûmetan dike ku kiryarên wiha qedexe bikin.

Wezareta Dadê ya Danîmarkî di daxuyaniyekê de derengîya Pêncşemê got "Rayedar îro gihîştin wê encamê ku vê carê baş bizane kanê kî dikeve nav axa Danîmarkayê, ji bo bersivdana gefên destnîşankirî û yên niha heyî tedbîr hebin."

Geştiyarên ku digihin Balafirgeha Kopenhagenê, heta eger ji
herêma Şengenê ya azad li Ewrupa hat bin jî, ewê bi şêweke keyfî werin lêkolîn û lêpirsîn kirin.

Weke polîsê Danîmarka dibêje, kesên ku bi tirênê yan trombêlan ji Swêd têne Danîmarka ewê bihên teftîş kirin, û li sînorê başûr yê bi Almanya re nobedariya zêrevanên sînor hatiye zêde kirin.

Komek kêm ya çalakvanên rastgir yên Danîmarkî hefteya borî nêzî 10 daneyên quranê şewitandbûn wan ragihandbû ku ewê îro Înê saet 3ê êvarî li gor dema navxweyî di xwepêşandanekê de herwiha di rojên dawiya hefteyê de zêdetir daneyên quranê bişewitînin.

Hikûmetên Danîmark û Swêd ev yek şermezar kirin û niha her du welat difikirin piştî şewitandina quranê hin qanûnên nû derxînin ku rê li ber karên weha bigire.

Lê rexnegirên navxweyî dibêjin ku her biryarek wiha dê azadîyê têk bibe, ku ev yek di destûrên wan welatan de di parastîne.

Wezîrê dadê yê Danîmark Peter Hummelgaard got "Şewitandina Quranê ya vê dawiyê, bandor li ser rewşa ewlehiya heyî kir."

Serokwezîra Danîmarka Mette Frederiksen derengê Pêncşemê got divê pirtûkên olî neyên şewitandin.

"Ez dibêjim dê karek çewt be eger ku kesek were Încîlê bişewitîne, nabe herwiha ku em Tewratê jî bişewîtinin, divê xatir ji bo bawermendên cihû hebe".

Mette bo cara yekê ye derbarê şewitandina quranê li Danîmark diaxife, jiber ku li danîmark niha gotûbêjek dijwar heye derbarê îhtîmala qedexe kirina quranê li Danîmark û gelek di wê bawerê de ne ku ew qedexe dê bibe sedema têkbirina azadiya ramanê li welêt.

Mette got "Ez ne di wê bawerê de me ku dê azadiya ramanê were bandor kirin".

Misilman Quranê wekî peyva Xwedê ya rastîn dibînin, her bêrûmetiyek li hember pirtûka pîroz were kirin ew pir caran dibe sedema derketina nerazîbûnan di nava cîhana misilmanan de.

Jêder: Reuters/AFP/Politico

XS
SM
MD
LG