Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Biden Serdana Xwe Ya Rojhilata Navîn Bidawî Tîne


U.S. President Biden leaves Saudi Arabia
U.S. President Biden leaves Saudi Arabia

Îro Şemiyê 16ê Tîrmehê Serokê Amerîka Joe Biden dawî li serdana xwe ya 4 rojî anî piştî ku sardana Îsraîl, Fîlistin û Erebistana Saûdî kir.

Kenalê fermî yê TV'ya dewleta Erebistana Saûdî ragihand ku Emîr Xalid Faysel, Emîrê herêma Mekehê li Firîngeha Cede Biden bi rê kir dema xatirxwastî.

Serê sibeya roja Şemiyê Serok Biden di civîna bilind ya Cede da tevî rêberên 6 welatên Kendavê, herwiha yên Misr, Îraq Û Urdonê, di çarçoveya Civîna Bilind ya Ewlehî û Pêşxistinê da kom bûbû.

Serdana Biden ya ku serdana wî yekê ye li rojhilata navîn piştî ku bû serokê Amerîka, pirsa kuştina rojnamevan Cemal Xaşiqçî siya xwe li ser wê serdanê hebû dema ku bi Welîehdê Saûdî Muhammad Bin Selman (MbS) re hevdîtin pêkanî bû.

Biden di vê serdanê xwe ya rojhilata navîn de hwil da nêrîna nû ya Amerîka derbarê wê herêma giring û stratejî bîne ziman, ya ku gelek nakokî lê dom dikin û bi samanên xwe yên xwezayî zengîne.

Biden di dema dawî anîna serdana xwe got ku ew qet destan ji wê herêmê ber nedin.

Biden di civîna bilind ya Cede da got "Em dest ji Rojhilata Navîn bernadîn û emê bûşahiyeke weha nehêlîn ku Çîn, Rûsya yan jî Îran wê tijî bike."

Herwiha got "Rê bidin min ez di hevokekê de bi kurtî bêjim: "Amerîka pêgire ku bi hevkariya we hemûyan bi avakirina pêşerojek geşbîn li herêmê be û qet dernakeve."

XS
SM
MD
LG